TR KU SO
FB X
Cîhan

Balyozxaneya Îranê ya Hamburg a Almanya rastî êrîsekê hat

Admin H
Nivîskar
📅 21 mijdar 2021 13:32

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balyozxaneya Îranê ya li bajarê Hamburg a li Almanyayê rastî êrîşeke hinek kesên nenas hatiye.

Li gorî daxuyaniya polîsê Hamburgê, hin kesên nenas madeyeke sotemeniyê avêtine ser demirên deriyê balyozxaneya Îranê û duxan jê bilind bûye.

Polîs daye xuyakirin ku agir hatiye vemirandin û ti kesek di encamê de birîndar nebûye.

Herwiha hatiya  diyarkirin ku piştî şewatê, polî li du kesên ji devera bûyerê reviyane digere.

Parve bike: