TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baregeha Barzanî peyameke serxwesî da malbata endama rêveberiya PDKê

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2021 19:37

PeyamaKurd - Baregayê Barzanî ji ber koça dawî ya endama rêveberiya PDKê ya berê Zekiye Îsmaîl bi peyamekî serxweşî li malbat û merivên wê kir.

Peyama Baregeha Barzanî:

Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban

Bi xemekî mezin ve duh 23.08.2021ê li Amerîkayê endama rêveberiya berê ya PDKê û sekretera bere ya Yekitiya Afretên (Jinên) Kurdistanê Zekiye Îsmaîl koça dawî kir.

Zekiye Îsmaîl Heqî yek ji wan jinên xwedî rola berçav bû di karê rêxistin kirina jinan de û di nav rêzên Yekitiya Afretên Kurdistanê de xizmetekî zêde kiriye.

Ji ber vê boneya bi xemgîn, em serxweşiyyê li malbata birêz û temamê dost û merivên xwedajêrazî dikin û em xwe şirîkê xema we dizanin.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê wê bibexşe û Zekiye Îsmaîl bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.

Ana lle û ana Alye raciun

Baregayê Barzanî

 24.08.2021

Parve bike: