TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baroya Batmanê: Polîs li parêzerekî me da

Admin L
Nivîskar
📅 15 nîsan 2022 16:00

PeyamaKurd Baroya Batmanê diyar kir, li Dadgeha Batmanê parêzerê wan Orhan Alphan dema di nav dadgehê de polîs girtiyekî îşkence dike, xwestiye destwerdanê bike û rê li wê yekê bigire, lê polîs li parêzer jî daye.

Baroya Batmanê di derbarê bûyera lêdanê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, parêzerê wan ê bi navê Orhan Alphan li dadgeha heman bajarî, dema polîs îşkence li girtiyekî kiriye, xwestiye midexale bike lê polîs li wî jî daye û ew birîndar kiriye.

Herwiha li gor agahiyan, parêzer Orhan Alphan piştî lêdana polîsan çûye Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Batmanê û rapora lêdanê wergirtiye û derbarê polîsê ku lê daye lêpirsîn daye destpêkirin.

Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses, bi beşdarbûna hejmareke parêzer  heman rojê li pêşiya Dadgehê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û eşkere kir: “Ji bo ew polîs ceza werbigre, em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em daxwaz dikin ku ew polîs bê desteserkirin û girtin. Eger polîsek di nav dadgehê de ji bo parêzerekî kare van tiştan bike, mirov naxwaze bifikire ku ji bo kesekî di bin çav de çi dike?”

Parve bike: