TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baroya Sirnexê li ser tundûtujiya li Gumrika Deriyê Xabûrê kete tevgerê

Admin H
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2023 22:43

PeyamaKurd – Baroya Şirnexê li ser bûyera şeva borî ku li gumrika deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) hêzên ewlehiya Tirkiyê tundûtujî li pîrejineke Kurd û kesê ligel wê kiribûn, pêvajoya yasayî da destpêkirin.

Li gorî dîmena ku di medyaya civakî de belav bû, li Gumrika Deriyê Xaburê kesek ji hêzên ewlekariyê ku li Gumrika Xabûrê kar dike, li hember 2 kesan ku yek ji wan jinene navsere ye, tundûtujiyê bi kar tîne.

— PeyamaKurd (@peyamakurd) January 31, 2023

Baroya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, wan li ser bûyerê dest bi lêkolînan kirine û derbarê kesên berpirsê bûyerê ne de ku hember welatiyan tundî bi kar anîne pêvajoya yasayî dane destpêkirin.

Li aliyê din piştî bertek û nerazîbûnên ser wan dîmenên tundûtujiyê Walîtiya Şirnexê daye xuyakirin ku du karmendên gumrikê yên tevlî wê bûyerê bûne ji kar hatine avêtin.

Parve bike: