TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî û General Lambert ewlehîya Herêmê nirxandin

Admin H
Nivîskar
📅 09 nîsan 2026 15:49

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani, îro pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.

Kordînasyon û hevkariya stratejîk

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de geşedanên dawî yên ewlehiyê û hevkariyên stratejîk hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya kordînasyona di navbera Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Hevpeyman de, daku aramî di vê pêvajoya hesas de bê parastin.

Herwiha gefên bermayiyên DAIŞ’ê û berdewamiya operasyonan,bandora şerê Îranê û aloziyên Rojhilata Navîn li ser axa Kurdistan û Iraqê hatin nîqaşkirin.

Parve bike: