TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berdevkê firaksiyona PDKê Aram Baleteyî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da

Admin L
Nivîskar
📅 17 sibat 2021 17:01

PeyamaKurd –  Ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê, berdevkê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê canê xwe ji dest da.

Parlamenterê Kurd û berdevkê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Aram Baleteyî ji ber Koronayê canê xwe ji dest da.

Zêdetirî sê mehan e Aram Baleteyî bi Koronayê ketibû û li nexweşxanê dihat dermankirin.

Roja 4ê vê mehê jî bavê wî Parlamenterê Kurd Nacî Baleteyî, ji ber nexweşiya kurê xwe rewşa wî ya derûnî xirab bibû û xwe kuştibû.

Aram Baleteyî sala 1979 li gundê Balete yê Duhokê ji dayik bibû bavê du zarokan bû.

Parve bike: