Kurdistan
Berdevkê Hefter: Hin welatan em hêvîsikestî kirin
PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Libyayê ku girêdayî General Xelîfe Hefter e, Ahmet el Mismarî li ser windahiyên vê dawî li hemberî artêşa hikûmeta Wîfaqê daxuyanî dan.
Berdevkê Hefter El Mismarî ji televizyona Hades a Erebistana Siûdî re daye xuyakirin, “Hikûmeta Libya (Wîfaq) Terhûne ne bi hêza xwe ya leşkerî bidest xistiye. Hinek welatan em hêvîşikestî kirin.”
Mismarî gotiye, "Hinek welatan xwe wekî garantorê rawestandina şer di 60emîn kîlometrê de didîtin û hesabê destpêkirina gotûbêjên formata 5+5 dikirin.”
Ev daxuyaniya Mismarî piştî pêşveçûnên leşkerî yên hikûmeta Wîfaq a ku Tirkiye piştevaniya wê dike hatin ku herî dawî dorûbera paytext Terablûsê kontrol kiribûn.