TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berhem Salih ji hemwelatiya Îngîlîzan derket

Admin M
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2018 23:56

PeyamaKurd- Serokomarê Iraqê ragihand ku ji hemwelatîbûna Îngîlîzan derketiye. Berdevkê serokkomar Loqman Feylî weha ragihand:

“Serokkomar berhem Salih xala di destûra Irqê de da ber çav û bi awayeka qanûnî dev ji hemwelatîbûna Îngîlîzan berda. Berhem Salih bi sedema ku Brîtanya di dema muxalefeta bi Saddam Huseyîn re dikir, hemwelatîbûnê dabû Berhem Salih, sipasiya dewleta Brîtanya kir.”

Li gor destûra Iraqê nabe ku kesên di asta bilind de wezîfe dikin, hemwelatiyên dewleteka dinê bin. Fûad Mehsûm jî piştî bû serokkomar ji hemwelatîbûna Brîtanya veqetiyabû.

Parve bike: