Berhem Salih: Meziniya Kak Mesûd ne bi post û pileyan e, em ji Kak Nêçîrvan bi hêvî ne
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih, di merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de gotareke pîrozbahiyê pêşkeş kir û bal kişand ser rola dîrokî ya Serok Mesûd Barzanî.
Salih wiha axivî: “Em ji bo merasîma sondxwarina Serokê nû yê Herêma Kurdistanê li vir in û ez hêvî dikim ev destpêkeke dîrokî be.. Mezinahiya Kak Mesûd Barzanî bi pile û post nîne, Kak Mesûd ezmûnê 50 salên xebatê ye û em çaverê dikin ku piştevanê bihêz ê Serokê Herêmê û Serokwezîr be".
Berhem Salih got: “Pêgeha kak Mesûd dibe sedema dermankirina birînên navmala Kurdî û yekxistina navxweya Kurdistanê” û wiha pê de çû:
“Bi yekrêziya gelê me û bi hevkarî û hevahengiya serokê nû yê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta dahatî ya Kurdistanê, çaksaziyên bingehîn bi awayekî baş destpê dikin. Nêçîrvan Barzanî xwedan ezmûneka dirêj ya hikûmetdarî û dîplomatîk e. Em ji Kak Nêçîrvan hêvî dikin ku di bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de roleke aktîf û bi bandor bilîze.”