TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berpirsê Karûbarên Êzidiyan yê nav Hikûmeta Kurdistanê hat guhertin

Admin H
Nivîskar
📅 28 mijdar 2021 22:34

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Berpirsê karûbarên Êzidiyan li nav hikûmeta Kurdistanê tê guhertin û li şûna Xeyrî Bozanî, Siûd Misto dest bi kar dike.

Berpirsê karûbarên êzîdiyan li wezareta ewqaf û karên ayînî ya Kurdistanê yê niha Xeyrî Bozanî daye xuyakirin, ew dibe şîretkarê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di karûbarên êzîdiyan de û li şûna wî kesekî din tê danîn.

Xeyrî Bozanî gotiye, berpirsê nû yê karûbarên êzîdiyan îro Yekşemê dest bi kar dike û navê wî Siûd Misto ye.

Parve bike: