Berpirsekî Amerîkî agahdarî li ser êrîsa li Kerkukê da
PeyamaKurd - Berpirsekî Amerîkî ji rojnameya Fransa Presê re axifi û ragihand ku wan ew êrişên ku li Heşda Şabî kirine wek meşrû mudaafa bûne.
Berpirsê Amerîkî ku nexwestiya navê xwe aşkere bike, ragihand ku ew êrişa li Kerkukê ku bi ser milîşeyên ser bi Îranê ve li Iraqê kirine û di encamê 5 kes hatine kuştin, wek 'meşrû mudaafa' bûye û ji bo xwe parastina ji êrişên bi İHAyan pêkanîne.
Berpirsê Amerîkî da zanîn ku "Me di wan êrişên li Kerkukê de, ji grûbeke Iraqî ku Îran piştgiriya wê dike, kêmtirîn 5 kes kuştiye"
Berpisekî Ewlehiyê yê Kerkukê jî ragihand ku yek beşa hêzên ewlekariya Iraqê Heşda Şabî ku Îran piştgiriya wan dike di wan êrişn de hatine armanc kirin.
Di daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê de jî hat ragihandin ku ji grûba wan 5 kes di encama êrişên Amerîkayê de hatine kuştin û hatiye diyar kirin ku heta Amerîka ji Iraqê der neçe dê binkeyên Amerîkayê bikin armanc.