Kurdistan
Bi bavê xwe munaqeşe kir û bi çekê lê xist
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Çinarê li gundê Bodikanê (Ağaçsever) xortê bi navê M.D. (34), bi bavê xwe re bi Nesih Deniz (63) re munaqeşe kir û paşî bi çekê li bavê xwe xist û wî birîndar kir.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û cendirmeyan Nesih Deniz ku birîndar bû, wî birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Sedema munaqeşa bav û kur nehat zanîn.
Piştî rûdanê M.D reviya û niha hêzên asayîşê ketine pey wî da bigrin. Lêpirsîna li ser rûdanê dewam dike.