Cîhan
Bi çekê li şaredarê Fethiyê Alim Karaca xistin
PeyamaKurd – Bi sîlih êrîşê şaredarê navça Fethiyê ya li qerexê derya Egeyê kirin. Dema êrîşê şaredar kirin di lingê wî de lê xistin. Şaredar Alim Karaca piştî birîndar bû wî birin nexweşxanê û hat gotin ku rewşa wî baş e.
Ji bo êrîşker an êrîşkeran bigrin polîs ket pey wan da desteser bike.
Êrîşa ser şaredarê Fethiye ya ser Alim Karaca li taxa Babataşı ya Fethiyê çêbû. Sedema lêdana Karaca heya niha nehatiye fêmkirin.