Kurdistan
Bi çavdêriya Serokwezîr li Hewlêrê santraleke gerrok ya elektirîkê tê vekirin
PeyamaKurd – Bi çavdêriya Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê santraleke gerrok ya elektirîkê tê vekirin.
Wezareta elektirîka Kurdistanê diyar kiriye, îro di saet 10.30, bi çavdêriya Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Wezîrê Elektirîkê û parêzgarê Hewlêrê, santraleke gerrok ya elektirîkê tê vekirin.
Wezaretê eşkere kiriye, ew projeya han bi kujmê 2 milyar û 15 milyon dînar û ji aliyê şîrketên Palos û Girşîn ve hatiye çêkirin.
Santrala gerrok bo wê yekê ye ku her gava elektirîka deverekê kêm yan jî lawaz be, demildest dikeve hereketê û bihêz dike.