TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Parêzgeha Hewlêrê kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 mijdar 2026 11:16

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana avahiya Parêzgeha Hewlêrê kir û ligel Wezîrê Navxwe, Wezîrê Şaredariyan, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û rêveberên giştî re civînek pêk anî.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyera nexwestî ya dawî re xwest û destnîşan kir ku cihê koçkiriyan bila bihuşt be.

Barzanî bal kişand ser rola dezgehên îdarî, ewlehiyê û xêrxwazan a di dema bûyerê de û got: "Min bi çavên xwe dît ku Pêşmerge bi kincên leşkerî bi hewara xelkê ve diçû û alîkariya wan dikir.

Ev nîşana wê pêwendiya bihêz û xurt e ku Pêşmerge ligel civakê û gelê xwe re heye." Her wiha spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû kesên xêrxwaz kir ku ji bo kêmkirina ziyanên xelkê di nava xebatê de ne.

Parve bike: