Bi dronan êrîşî Baregeha Amerîka ya Qamişlo kirin
PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Berevaniya Sûriyeyê Sîpan Hemo ragihand ku bi 4 dronan êrîşî baregeha Qesrikê ya li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.
Alîkarê Wezîrê Berevaniya Sûriyeyê Semîr Osoyê ku bi nasnavê Sîpan Hemo, li ser hesabê xwe yê Xê got: “Em bi tundî êrîşa duyem a li Herêma Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Bi taybetî îro destê sibehê, Baregeha Qesrikê ya Amerîkayê ya li ser axa me, bi 4 dronan rastî êrişê hat ku ji nav axa Îraqê hatibûn avêtin. Dron hatin xistin û ti ziyanên canî çênebûn.”
Sîpan Hemo diyar kir: “Em Iraqê berpirsyar dibînin û daxwazê jê dikin ku rê li ber dubarebûna van êrîşan bigire ku aramiya me dikin armanc. Em tekeziyê li ser girîngiya hevkariya herêmî û navneteweyî dikin ku ewlehî û aramiya li herêmê bê dabînkirin.”