TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi fermana Serokwezîr Barzanî Mizgefta Mezin a Silêmaniyê tê nûjenkirin

Admin H
Nivîskar
📅 03 gulan 2021 23:08

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, mizgefta Gewre ya Silêmaniyê tê nûjenkirin.

Wezîrê ewqaf û karûbarên ayînî yê Kurdistanê, Piştîwan Sadiq ragihand ku wî îro serdana mizgefta Gewre ya Silêmaniyê kir û ji aliyê berpirsê mizgeftê şêx Mihemed şêx Salar ve hat pêşwazîkirin.

Piştîwan Sadiq daye zanîn, bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê mizgefta mezin ku yek ji sembolên navdar yên bajarê Silêmaniyê û Kurdistanê ye, wê bê nûjenkirin û kêmahiyên wê bên çareserkirin.

Parve bike: