TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi IHA û SÎHAyan operasyon hat destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 05 adar 2020 21:06

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê li gundewarên navçeyên Diyarbekirê Lîce û Hazroyê operasyoneke berfireh li dijî PKKê dane destpêkirin.

Li gorî zanyariyan li gundên girêdayî navçeyên Lice  û Hazro bi beşdariya balafirên bêmirov (IHA) û balafirênbi çek ên bêmirov (SİHA) operasyonek hatiye destpêkirin ku hejmareke zêde yekîneyên leşkerî û helîkopter jî tê de beşdar in.

Hat zanîn ku operasyon li dorûbera gundê Misirf ê Lîceyê û gundê Helhelê yê Hezroyê berdewam dike.

Parve bike: