Îsraîlê li başûrê Lubnanê operasyoneke mezin da destpêkirin
PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îro 31ê Gulanê ragihand ku Fermandariya Bakur a artêşê di bin fermandariya Firqeya 36an de dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh li bilindahiyên "Şeqîfê û devera Wadî Siloqî" li başûrê Libnanê kiriye.
Di vê tevgera leşkerî de ku Lîwayên Golanî, 7, Cefatî, Agir û Yekîneya Pirrehend tê de cih digirin, armanca serekî têkbirina jêrxaneya serbazî ya Hizbullahê, dûrxistina gefên li ser bajarokê Miteleyê û berfirehkirina xeta berevaniyê ya pêşwext hat diyarkirin.
Adraee eşkere kir ku Sererkan Eyal Zamir razîbûna xwe li ser vê pêngavê nîşan daye û hêzên wan bi piştrevaniya topxane û balafirên şer ji Çemê Lîtaniyê derbas bûne.
Hat diyarkirin ku niha yekîneyên bejayî operasyonên xwe ber bi bakurê çem berfireh kirine û li derdora bajarê Nebetiyeyê ku navenda serekî ya hêza Hizbullahê ye, pevçûnên dijwar çêdibin.