TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi narincokekê êrîsî malekê kirin û di encamê de jinek hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 31 gulan 2021 14:01

PeyamaKurd - Li bajarokê Çemçemal yê Herêma Kurdistanê, bi narincokekê êrîşî malekê kirin û di encamê de jinek hat kuştin.

Li gor Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan diyar kiriye, şeva borî li taxa Keremiyan ya nahiya Şoriş ya Çemçemalê, narincokek avêtin malekê û di encamê de mixabin jinek hat kuştin û jinek din jî birîndar bû.

Qaymeqamê Çemçemal daye zanîn, hêzên asayişê li ser wê rûdanê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.

Parve bike: