Kurdistan
Bi rizamendiya Serokwezîr nexwesxaneyeke derûnî ji bo jinan tê vekirin
PeyamaKurd – Bi rizamendiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nexweşxaneyeke derûnî ji bo jinan tê vekirin.
Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî û Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kwêstan Mihemed, civiyane.
Di civînê de Saman Berzincî û Kwêstan Mihemed guftûgo li ser amadekariyên ji bo vekirina nexweşxaneyeke derûnî ya jinan kirine.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rizamendî li ser vekirina nexweşxaneyê û dabînkirina pêwîstiyan daye.
Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, nexweşxaneya derûnî wê demekî kurt de bê vekirin.