TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi sîlih endamê meclisa Hezzo birîndar kirin

Admin M
Nivîskar
📅 16 gulan 2020 04:06

PeyamaKurd- Li navçe ya Hezzo (Kozluk) ya bi ser Batmanê, li devera sêrê ya bajêr ji erebekî bi sîlih li endamê meclisa şaredariya Hezzo xistin. Endamê meclisê yê bi navê Hayrettin Mete bi giranî birîndar bû. Tîmên lezgîn yên tenduristiyê birîndar birin nexweşxane ya dewletê ya Hezzo yê.

Tê gotin ku êrîş ji ber arîşeyên berê yên di navbera wan de hatiye kirin û polîs li wan kesên ku bi sîlih li Mete dane digerin. Heya niha behsa nasnameya êrîşker an êrîşkeran nehatiye kirin.

Parve bike: