TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi yasaya nû re 50 hezar Kurdên Kerkûkê nikarin deng bidin

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2019 20:25

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gorî yasayeke ku Parlamentoya Iraqê derxistiye, 50 hezar dengdêrên Kurd ên ku li derveyî Kerkûkê ne, nikarin beşdarî hilbijartinê bibin û dengên xwe bidin.

Parlamentoya Iraqê, çend roj berê pêşnûmeyasayek derbarê beşeke madeyên Yasaya Hilbijartina Encûmenên Parêzgehan de, bi piraniya dengan qebûl kir û li gorî guhertina di madeya 35 a beşa 5an 50 hezar Kurdên Kerkûkê nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û dengên xwe bidin. 

Serokê Komîsyona Hiqûqê li Parlamentoya Iraqê Rêbwar Hadî, derbarê mijarê de bibîr xist ku koçberên Kerkûkî yên li Hewlêr, Silêmaniye û Duhokê heyamên borî dikarîn beşdarî hilbijartinan bibin û diyar kir, “Lê belê li parlamentoyê li ser madeya 35an gotûbêj hatin kirin û bêyî ku ew pêşnûme vegere komîsyonê, bi piraniya dengan hat qebûlkirin.” 

Kurdên Kerkûkê ku mafê wan ê dengdanê ji wan hatiye standin û qeydên wan yên nifûsê yên sala 1957an in, dikevin çarçova wê madeyê û nikarin deng bidin. 

Tê çaverêkirin biryara Parlamentoya Iraqê biçe ber destê Serokomarê Iraqê Berhem Salih û beriya destpêkirina amadekariyên hilbijartinê ew biryar ji aliyê Salih ve were vetokirin. 

Parve bike: