Kurdistan
Bi zarokê xwe yê 4 salî ve ji qata 8an xwe avêt: Dê mir û zarok birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) li navça Şahinbey li taxa Akkentê jina bi navê Zeliha B. (32) kurê xwe yê 4 salî da mnilê xwe û xwe ji qata 8an xwe avêt jêr. Piştî bûyerê jinik linexweşxanê mir û kurê wê yê giran birîndar, li nexweşxanê derman dikin.
Rûdan li dora nîvro qewimî. Piştî tîmên tenduristiyê agahdar kirin, tîm çûn ciyê rûdanê û dê û zarokê wê bidin nexweşxanê. Lê Zeliha B. li nexweşxanê mir.
Cenazê wê birin morga tiba edlî ya bajarê Dîlokê. Li ser rûdanê lêpirsîn dewam dike.