Li Dîlokê dê, bav û zaroka 5 salî xwe ji qata 2an avêtin da bimrin
PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) li navça Şahinbey li taxa Abdulhamit Hanê, ji heman malbatê 3 kes xwe ji qata 2an li pey hev di pencere de xwe avêtin jêr.
Lê tê gotin ku ji pencera malê de ketine jêr. Kîjan gotin raste nehat zanîn lê hat ragihandin ku malbata bi xwe xwediyê pirsgirêkên derûnî ne.
Ewilî S.Y (31) ji pencerê ketiye û dema wî birine nexweşxanê, li nexweşxanê miriye lê jina wî M.Y. û zaroka wan ya 5 salî L.C. li nexweşxanê derman dibin.
Dema rûniştvanên apartmana wan li ser bûyerê agahiyê dan ciyên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê mudaxeleyê her sê birîndaran kirine û wan biambûlansan birine nexweşxana bajêr ya Dîlokê û S.Y. li nexweşxanê can daye.
Dermankirina M.Y û zarok L.C. dewam dike lê rewşa M.Y baş nîne.