TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xelata Bedlîsê zaroka 8 salî di ava newalê de fetisî

Admin M
Nivîskar
📅 24 nîsan 2026 20:30

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Xelatê (Ahlat) li gundê Hiyartank (Gölgören) zarokê bi navê Yakup Gülcan (8), dema li dora newalê an ku kanala avê ya ku diherike ser Gola Nazikê dileyîst, mêzêna xwe wenda kir û ket ava newalê.

Gülcan, ket ber pêlên avê û ji ber çav wenda bû. Li ser agahdarkirina rayedaran dest bi lêgerîna Yakup Gülcan kirin. Di encamê de ji ciyê bûyerê 600-700 metre dûr cesedê zarokê dîtin.

Tîmên 112an wexta kontrola cesed kirin dîtin ku zarok jiyana xwe ji dest daye.

Parve bike: