Kurdistan
Li navça Motka ya Bedlîsê zarokê 13 salî di ava newalê de fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Motka (mutki) xortê 13 salî yê bi navê M.B. bi piskilêta xwe derketibû gerê lê bi sedemekî nehat zanîn, ket newalê. Kesên ketina zarokê dîtin, wî ji avê derxistin û birin nexweşxanê lê M.B. li nexweşxanê can da.
Rûdan li navça Motka li gundê Batilmaz (Akıncı)ê qewimî. M.B. bi hevalên xwe re çûbû gerê. Dema kesên li der û dorê M.B. ji avê derxistin, wî teslîmê tîmên tenduristiyê kirin û bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Motka.
Lê M.B. li nexweşxanê can da. Li ser bûyerê lêkolîna mijarê dewam dike.