TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Motka ya ser Bedlîsê 3 kes hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 11 hezîran 2022 02:41

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Motka li gundê Xaxrevê di navbera du malbatan de, li ser çinîna giya pevçûn derket û paşî pevçûn bû şerê çekan. Di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Di şer de du birayên bi navên Meran û Nayif Karataş li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Özmen Karataşê ku birîna wî xedar bû birin nexweşxana dewletê ya bajarê Bedlîsê û ew jî li wê derê can da.

Li ser bûyerê lêpirsîna hêzên asayîşê dewam dike.

Parve bike: