Cîhan
Li navça Tarsusê di mesela deynan de 2 pismam hatin kuştin
PeyamaKurd – Li bajarê Mersinê li navça Tarsusê li taxa Baxlara bi sedema deynan, pismam li hev xistin û di encamê de Halil Tarhan û Ümit İğde hatin kuştin.
Li ser rûdanê, hêzên asayişê 6 kesan xist bin çav. Piştî li asayîşê îfadên wan girt, wan şandin dadgehê. Karên wan yên li edliyê dewam dike.
Di şer de Halil Tarhan li ciyê şer can da û Ümit İğde li nexweşxanê can da. Li ser şerê deynan D.C., L.N., M.N., C.N., C.N. û M.D. di bin çav de ne û heya dadgeh biryara xwe bide dê encam diyar bibe.