Kurdistan
Li navça Harranê li ser hilbijartina muxtariyê 2 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Harranê li taxa Ortakonacıkê li ser keyatiya taxê di navbera du grûban de şer derketibû û di encamê de kesekî miribû 2 kes jî birîndar bûbûn. Kesê li nexweşxanê tedawiya xwe dibû yê bi navê Hüseyin Kiraz can da û jimara kesên mirî derket du kesan.
Kesê duyem ku li nexweşxanê mir yê bi navê Hüseyin Kiraz di 17ê Adarê de birîndar bûbû û li nexweşxanê derman dibû.
Li ser bûyerê polîs 4 kesan desteser kiribû, di nav wan de muxtar M.K. û kesekî din di zîndanê de ne û 2 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdabûn.