TR KU SO
FB X
Kurdistan

Binkeyeke PYKSê ji aliyê çekdarên Ciwanên Soresger ve hat sewitandin

Admin L
Nivîskar
📅 23 nîsan 2022 17:37

PeyamaKurd – Binkeyeke Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYKS) ji aliyê çekdarên rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê ve hat şewitandin.

Li gor zanyariyan, çekdarên Ciwanên Şoreşger îro 23.04.2022yê binkeyeke Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ya li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi molotof şewitandin.

Herwiha hat zanîn, rêxistina Ciwanên Şoreşger bi fermana PKKê ve binkeyê wê partiya Kurd a li Rojavayê Kurdistanê şewitandine, ku partiyekî ser bi Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ye.

Parve bike: