TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Somaliyê 29 çekdarên Eş-Şebabê hatin kuştin

Admin M
Nivîskar
📅 02 hezîran 2026 21:18

PeyamaKurd – Ajansa îstîxbaratê û ewlehiyê ya Somaliyê (NISA) ragihand ku bi hevkarên xwe yên navdewletî re li herêmên Şavebla Navîn û Hîranê operasyonan kirine ser rêxistina eş-Şebabê û 29 kes ji wan kuştine.

NISA daxwuyaniya xwe nivîskî da û got ku li li herêma Şabela Navîn li devera Masajid Cali Gaduud û li herêma Hîranê li devera Buq-aqable operasyonan kirine ser eş-Şebabê. Yekîneyên NISAyê tesbîta endamên rêxistinê li deverê kirine ku li wê derê 70 çekdarên rêxistinê civiyane û operasyonan plan dikirin.

Di operasyona ewilî de 23 kes û di ya duyem de 6 endaman ji nav birine. Di nava kuştiyan de kesê bi navê kod "Cabdi Mudallib" ku li Hîranê xebatên rêxistinê dike bi navê rastîn Abdirahman heye ku rola wî di operasyonên li herê de heye, pere dicivand û êrîşan birêve dibir.

Parve bike: