Biryar e heftiya were Mesrûr Barzanî bi YNK û Goranê re bicive
PeyamaKurd - Serokwezîrê erkdarkirî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî heftiya were serdana Silêmaniyê dike û bi Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re dicive.
Serdana Mesrûr Barzanî bo Silêmaniyê dikeve roja Şemî ya heftiya bê û dê destpêkê serdana YNKê bike, ku serkeftiya jimare du ya hilbijartinan e û piştre jî dê serdana Tevgera Goranê bike. Serdana Mesrûr Barzanî tenê serdaneke şêwirî ye û ti berbijêrên YNK û Goranê ji bo wergirtina postên wezaretan nayên yekalîkirin.
Heta çar heftiyan dem heye ku Mesrûr Barzanî kabîneya xwe pêk bîne, lê belê PDK û Goran dixwazin pêkhateya kabîneyê di demeke kêmtir ji sê heftiyan de temam bibe, daku CVyên berbijêrên postên wezaretan ji Parlamentoya Kurdistanê re bên şandin.
Di derbarê yekalîkirina berbijêrên aliyan de, hat diyarkirin lu PDK û Goran asantir dikarin namzedên xwe yekalî bikin, lê belê tê çaverêkirin ew prose ji bo YNKê zehmet be.
Hêjayî gotinê ye YNKê heya niha tenê posta Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yekalî kiriye.