TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bo jinên xwedan pêdiviyên taybet li Hewlêrê navendek taybet hat vekirin

Admin L
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2020 18:02

PeyamaKurd -  Bo jinên xwedan pêdiviyên taybet, ji aliyê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, li Hewlêrê navendek taybet hat vekirin.

Di rêûresmeke Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kuwîstan Mihemed jî beşdar bû de, îro navendek taybet bo jinên xwedan pêdiviyên taybet hat vekirin û gotarek hat pêşkêşkirin.

Kuwîstan Mihemed diyar kir, me plan kiriye ku xizmeta herî zêde bigihînin kesên xwedan pêdiviyên taybet û kêm endam.

Herwiha Wezîra Hikûmetê da zanîn, ev navenda ku îro hat vekirin, bi alîkariya Wezaretên Kar û Tenduristiyê û piştevaniya Sindûqa NY û bi hevkariya Swêd û Australiya hatiye vekirin. Dê li bajar û parêzgehên din jî navendên wiha bên vekirin.

Li gor gotina Wezîra Kar, li Herêma Kurdistanê 88 hezar kêm endam û xwedan pêdiviyên taybet hene, ku nêzîkî 44 hezar ji wan jin in û mûçexorên Hikûmetê ne.

Parve bike: