Bo mexdûrên erdhejê wê konteynir bên danîn
PeyamaKurd- Piştî erdheja Xarpêtê û Meletiyê, bo kesên ku xaniyên wan zerarê dîbûn û nedibû xelk di wan de bimîne, çadir hatin danîn û xelkê mexdûr di wan çadiran de dimîne. Lê bi sedema zivistane û şertên bin çadiran xweş nînin, wê bo wan konteynir bên danîn.
Ewilî, wê li navenda Xarpêtê (Elazığ) weke bajarekî konteyniran bi hezar konteynirî cîh ava bikin. Bajarê konteyniran wê li ser 85 donuman bê danîn. Ji niha de makîneyên îş dest bi xebata xwe kirine û bilez dixebitin. Bingeha bajarê konteyniran wê roja sêşemê biqede. Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu di mijarê de weha got:
“Kêmasiya konteyniran tine ye. Konteynirên me yên vala hene. Em ê wan weka bajarekî ji ciyên wan hilînin û bînin vê derê. Konteynirên me yên nuh jî hene.”
Serokê rêvebiriya AFAD ê Mehmet Güllüoğlu jî ragihand dest bi sewqiyata konteyniran hatiye kirin û wê di nava 2 hefteyan de di temamên wan de xelkê mexdûrê erdhejê bicîh bikin.Bo Sivriceyê 200 konteynir hat plankirin.