Kurdistan
Bo Ocalan cezayê zîndanê hat dayîn
Parlementera bajarê Rihayê Dilek Öcalan, bi ûcba ku “propaganda rêxistina terorê” kiriye, dadgeh 2 sal û 6 meh cezayê zîndanê da wê.
Dadgehkirin li bajarê Rihayê, di dadgeha cezayê giran ya 5an de hat kirin û parêzera Dilek Öcalan, Sevda Çelik Özbingöl di dadgehê de amade bû. Parêzer Özbingöl ragihand ku axaftina Dilek Öcalan ji Kurdî bo Tirkî şaş hatiye wergerandin û divê car din bê wergerandin.
Dadgehê daxwaza parêzer qebûl nekir û di encamê de 2 sal û 6 meh ceza da Dilek Öcalan. Mafê Dilek Öcalan heye ku îtîrazê li cezayê xwe bike.