Îsraîl cezayê zîndanê da leşkerên xwe yên peykerên Hz. Îsa perçe kirin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Başûrê Lubnanê 2 leşkerên wan yên peykere Hz. Îsa perçe kirine, cezayê zîndanê da wan.
Rûdan, li Başûrê Lubnanê li gundê Xîrîstiyanan li Debelê bi geran peykerê Hz. Îsa perçe kirin û 2 leşker rûdanê bi wêne kişandin. Artêşa Îsraîlê her dû leşkeran ji ser kar dûr xist û ji bo 30 rojan cezayê zîndanê da wan. Rêvebiriya leşkerî ragihand ku bûyerekî weha nayê qebûlkirin û bê exlaqiye.
6 leşkerên ku temaşa şikandina peyker kirine û ji rayedaran re rapor nekirine wan dane dîsîplînê.
Serokerkanê Îsraîlê Zamir, bûyerê şermezar kir û got tevger bi qiymetên leşkerî re li hev nayê. Artêşa Îsraîlê ragihand ku şer tenê li dijî Hîzbûllahê tê kirin û ji bûyerê xemgîniya xwe ragihand.
Îsraîl peykerê şikandî bi yekî nûh guhert û danî şûna yê şikestî. Îsraîlê ji xelkê Xîrîstiyan lêborîna xwe xwest.