TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bolton: Trump ji Erdogan re pozîsyona Kurdan dubare kir

Admin S
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2019 13:40

PeyamaKurd - Piştî pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, Nûnerê Trump ê Şêwermendê Ewlekariya Netewî John Bolton ragihand, ‘Serok Trump pozîsyona bi îstiqrar a bo Kurdan dubare kir’.

John Bolton li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Serok Trump bi Serok Erdogan re hevdîtineke bêhempa pêk anî û pozîsyona bi îstiqrar a bo Kurdên ligel me şer dikin dubare kir.”

Li aliyê din Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders jî derbarê hevdîtina Erdogan-Trump de daxuyakirin ku Trump bal kişandiye ser hevkariya wan şerê dijî DAIŞê û ji Erdogan re diyar kiriye, ‘Kurd û pêkhateyên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) ji bo wan gelekî girîng in û mimaleya xirab li wan neyê kirin.’

Parve bike: