Kurdistan
Budak: Daxistina tabela Kurdî rast nîne
PeyamaKurd- Serokê AKP ê ya şaxa Diyarbekirê Suleyman Serdar Budak, li ser li bajarê Bedlîsê tabela bi zimanê Kurdî ji aliyê şaredarê Bedlîsê de bertek nişan da û got ku ev tişteka rast nîne. Ragihandina Serdar Budak bo nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dakkak hat kirin. Budak weha got:
“Nêrîna AKPê bo Kurdan û temamê mirovahiyê zelale. Ti carê bi Kurd û Kurdî re arîşeyeka me çênebûye. Min li ser danîna tabelayê ya Bedlîsê lêkolîn nekiriye. Allerjiya me li dijî tabelayan tine ye. Berevajî em Kurmancî û temamê zimanên dinyayê pîroz dizanin. Ji xwe em Kurdin, em Zazane û em Laz in.”