Kurdistan
Li Hesekê êrîşî tabela û sembolên Kurdî hate kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Qada Aştiyê ya li navenda bajarê Hesekê, beriya destpêkirina merasîma rakirina ala Sûriyeyê alozî derketiye û hejmarek kesan êrîşî sembolên kurdî kirine.
Li gorî zanyariyan, êrîşkar rêveberiya Rojava protesto kirin û tabelaya ku bi zimanên erebî, kurdî û suryanî li ser bû xera kirin û kamerayên çavdêriyê şikandin.
Her wiha di dema bûyerê de hewl hat dayîn ku êrîşî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bê kirin.
Di heman demê de li ser torên civakî kampanyayeke dijî sembolên kurdî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hate destpêkirin.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ew ê li dijî kesên tevlî van binpêkirinan bûne rêkarên pêwîst ên qanûnî bi cih bînin.