Rojava | Li Hesekê tabelaya bêyî Kurdî cardin hate daxistin
PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rageşiya li ser zimanê fermî yê tabelayên saziyên dewletê didome. Piştî ku pêr tabelaya Erebî-Îngilîzî ya li ser Koşka Dadê hatibû danîn hate daxistin, vê carê jî tabelaya ku tenê bi Erebî hatibû danîn ji aliyê gel ve hate daxistin.
Şevê din careke din tabelaya bi Erebî li ser avahiya Koşka Dadê ya Hesekê hate danîn û ew jî ji ber ku bi zimanê Kurdî tê de nebû, ji aliyê xelkê herêmê ve hat daxistin.
Tabelaya nû tenê bi Erebî bû
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine, rayedaran şeva borî tabelayeke nû li ser avahiya Koşka Dadê daliqand. Di vê tabelaya nû de ne tenê Kurdî, nivîsên bi zimanê Îngilîzî jî hatibûn rakirin û tenê zimanê Erebî hatibû bikaranîn. Ev yek wekî pêngaveke ji bo yekzimanî hat nirxandin û bû sedema nerazîbûna xelkê Hesekê.
Nerazîbûna gel û daxistina tabelayê
Piştî ku agahiya daliqandina tabelaya bêyî Kurdî belav bû, xelkê Hesekê li ber avahiyê kom bûn û wekî bertek, ew tabela careke din ji cihê wê daxistin. Gelê herêmê daxwaz dike ku li saziyên fermî zimanê Kurdî jî wekî zimanekî wekhev û fermî di tabelayan de cih bigire.
Hêjayî gotinê ye, piştî lihevkirina HSD û Şamê û entegrasyona saziyan bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re, hewlên guherandina navên Kurdî bi Erebî jî berdewam dikin û ev dibe sedema bertekên Kurdên Rojavayê Kurdistanê.