TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Qamişlo êrîşî Ala Kurdî hat kirin: HSD û Asayîşê hişyarî da

Admin H
Nivîskar
📅 19 nîsan 2026 09:07

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand ku li bajarê Qamişlo, kesê bi navê Hisên El-Heso li nêzî Çerxerêya Zorê gule berdan Alaya Kurdî û ev yek wekî destdirêjiyeke rasterast li ser sembolên pîroz pênase kir.

Asayîşê diyar kir ku ev êrîşkar xwedî sîcîleke qirêj e, berê beşdarî revandina mirovan bûye û armanca wî ya sereke derxistina fitneya mezhebî di navbera pêkhateyan de ye. Hêzên ewlehiyê ragihand ku wan ji bo girtina vî tawanbarî operasyonek daye destpêkirin û destnîşan kirin ku ew ê li hember her hewldaneke ku ewlehiya herêmê bike hedef, bibin mertalekî xurt.

Ji HSDê daxuyanî

Rêveberê Navenda Ragihandina HSDê Ferhad Şamî jî bal kişand ser nasnameya êrîşkar û diyar kir ku Hisên El-Heso alîgirê rejîma Beis e û di bin sîwana wê de bi tawan û bazirganiya narkotîkê tê naskirin.

Şamî destnîşan kir ku ev kesayet bi zanebûn fitneyê belav dikin da ku zirarê bidin aramiya civakê, lewma divê tavilê bêne girtin û darizandin. Her du saziyan jî bang li gelê herêmê kirin ku li hember van lîstikên qirêj hişyar bin, neyên xapandin û bi berpirsiyarî tevbigerin da ku biratiya gelan biparêzin.

Parve bike: