Casûsên Îranê xwestin leskerekî kevin ji Wanê birevînin lê hatin girtin
PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê 2 casûsên Îranê xwestin leşkerekî Îranî ku ji Îranê reviyabû û li Wanê dima, birevînin Îranê, ji aliyê MİT a Tirkiyê û hêzên asayîşê de hatin girtin. 6 kesên hemwelatiyên Tirkiyê ji ber alîkariya wan dikirin ew jî hatin girtin. 8 kesên xwestin leşkerê Îranî birevînin Îranê, weka şebeka ajanan hat binavkirin.
Li gor agahiyên çapemeniyê; leşkerê kevin yê Îranê li Wanê dima û navê wî M.A. ye. Ji bo revandina wî budçeyekî bi 30 hezar dolarî û 8 ajan ku 2 ji wan xelkê Tirkiyê ne, di 24 ê êlûnê de ji aliyê MİT ê û hêzên asayîşê de hatin girtin. Hêzên dewletê wan xistiye bin taqîbê û şebeke ji bo alîkariya wan bike teklîfa 10 hezar dolar pere li jina leşker kirine da alîkariya wan bike. Ajanên Îranê gotine eger alîkariyê neke, wê zerarê bidin malbata wê ya li Îranê û tehdîd kirine.