TR KU SO
FB X
Kurdistan

Celad Ecac Tikrîtî derket pêşberî dadgehê: Rizgarbûyên Enfalê li rûyê celadê xwe nêrîn

Admin H
Nivîskar
📅 07 gulan 2026 17:07

PeyamaKurd - Rûniştina darizandina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî ku wekî “Celadê Nugre Selmanê” tê naskirin, piştî rûniştineke 4 demjimêrî ji bo hefteya bê hat bipaşxistin.

Di vê rûniştina li Bexdayê de, 28 rizgarbûyên Enfalê wekî şahid û gilîker rûbirûyî celadê xwe bûn û êşên girtîgeha Nugre Selmanê anîn ziman.

Rûbirûbûna li Dadgehê

Ecac Tikrîtî bi sîmayekî "lawaz û aloz" di nav qefesa tohmetbaran de xuya bû. Rizgarbûyê Enfalê Eta Îbrahîm ku di 11 saliya xwe de rastî îşkenceya wî hatiye, li nav dadgehê bang li celad kir û jê pirsî: “Ka li rûyê min binêre! Sûcê min çi bû?”

Tohmetbar li hemberî van pirsan bêdeng ma, lê tevî ku mikur hat ku ew birêvebirê ewlehiya Nugre Selmanê bûye, hemû sûcên îşkence û kuştinê red kirin.

Belge û paşxistina dozê

Her çend Ecac Tikrîtî sûcan qebûl neke jî, serokê dadgehê wêneyên “keşfa delalê” nîşanî wî dan ku tê de xuya dibe tohmetbar berê bi xwe agahî li ser gorên bikom dane.

Parêzer Dilman Letîf diyar kir ku rûniştin li ser daxwaza tohmetbar hatiye bipaşxistin daku li ser belgeyan lêkolînê bike. Tê çaverêkirin ku di rûniştina 14ê Gulana 2026an de, dosyeya "Celadê Nugre Selmanê" bigihe encamekê.

Parve bike: