TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cenazê birayê parlementerê Rihayê sipartin xakê

Admin M
Nivîskar
📅 15 hezîran 2018 21:34

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê, li navçeya Sûrûcê, di dema xebata hilbijartinan de, di navbera du aliyan de şer û pevçûn derketibû. 4 kuştî û 8 birîndar hebûn. Di nava 4 kuştiyan de birayê parlementerê Rihayê yê AKPê yê Îbrahîm Halîl Yıldız jî hebû.

Bo cenaze Mehmet Şah Yıldız li mizgefta Hicretê limêja cenaze hat kirin û birin goristanê, defin kirin. Birayê parlementer Yıldız, Mehmet Şah Yıldız 53 salî bû.

Bo taziya wan serokwezîrê Tirkiyê  Binali Yıldırım, wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û wezîrê keştûkaliyê Eşref Fakıbaba jî serdana taziyê kirin.

Parve bike: