TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cenazeyê Baba Sêx bi merasîmeke olî li Goristana Sêxan hat vesartin

Admin H
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2020 20:45

PeyamaKurd – Cenazeyê Rêberê Rûhanî yê Ola Êzidî Baba Şêx (Şêx Xirto Îsmaîl) ku doh êvarê li Hewlêrê di 87 saliya xwe de koça dawî kiribû, îro 2yê Cotmehê li Goristana Şêxan a girêdayî parêzgeha Duhokê bi merasîmeke olî hat veşartin.

Termê Baba Şêx di rê de li nav hin komelgehên êzidiyan derbas bû û xelkê bo rêzgirtina li wî li herdu aliyên rê rawestiyabûn û xatirê dawî ji Babe Şêx xwestin.

Cenazeyê Baba Şêx ji Hewlêrê pêşî bo Duhokê hat anîn û ji wir jî bi merasîmeke mezin a olî li gorî ayînên ola Êzidî û bi beşdariya hejmarek zêde ya oldarên Êzidî derbasî gundê Bozanê hat kirin û li Goristana Şêxanê bo axê hat spartin.

 

Bi sedema wefata Babe Şêx, 3 rojan şîna giştî berdewam dibe, lê li qezaya Şêxanê şîna giştî ya ji bo mirina Baba Şêx heft rojan berdewam dike.

Serok Barzanî bi sedema koça Baba Şêx...

Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê

Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Baba Şêx ê rûhanî...

 

Parve bike: