TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cîgirê Serokê Gistî yê PSKê hat desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 08 mijdar 2021 15:43

PeyamaKurd –  Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel îro li Diyarbekirê hat desteserkirin. Herwiha, hejmareke berpirsên HDP, DBP, ESP û sendîkavan jî hatin desteserkirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Hasan Dagtekîn diyar kiriye, di saet 05.30ê sibeha îro, polîsan girt ser mala Bayram Bozyel û ew desteser kirine.

Dagtekîn eşkere kiriye, li ser sedema desteserkirina Bayram Bozyel tu zanyarî nehatiye dayîn.

Herwiha li gor zanyariyan, ji bilî Bayram Bozyel, hejmareke din a berpirsên partiyên siyasî, siyasetmedar û sendîkavan jî hatin desteserkirin.

Ew kesên ku di çarçova operasyona vê sibehê de hatine desteserkirin: Ji HDPê Mehmet Asana, Şehmus Yavuz, Huseyîn Baran û Nasir Yenîar, ji DBPê Mehmet Suslu, Alî Alkan, Yasemîn Akengîn û Arîn Zumrut, ji ESPê Erkan Keskîn, ji SESê Gulhan Tekîn, ji Egitim-Senê Arzu Koç û ji Tumbelsenê Abdulbakî Ondeş.

Zanyarî eşkere dikin, ji bo kesên ku vê sibehê hatine desteserkirin, heta 24 saetan qedexeya hevdîtina li gel parêzeran hatiye danîn.

Parve bike: