Kurdistan
Çînê bertekê nîşanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî da
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Çînê bo Rûdawê ragihandiye ku ew êrîşa ser mala serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî qebûl nakin û li dijê êrîşên ser hedefên sîvîl û yên neleşkerî ne.
Li ser êrîşa ser mala Barzanî, wezareta karên derve ya Çînê bi nivîskî bo Rûdawê ragihandiye:
“Li ser êrîşê agahiya me heye. Çîn li dijî êrîşên ser ciyên sîvîl û yên neleşkerî ne ku tên kirin. Divê ew asta germahiya herêmê dakeve û em bang dikin ku teref aram bin, şer yekser raweste û agirbesê ragihînin.”