TR KU SO
FB X
Kurdistan

Civîna Parlamenê ji ber pêketina karmendekî bi koronayê hat pasxistin

Admin H
Nivîskar
📅 09 hezîran 2020 21:06

PeyamaKurd – Biryar hatibû dayîn ku îro 9ê Hezîranê civînek di navbera desteya serokatiya parlamentoyê û serokên fraksiyonan pêk bê, lê belê hat ragihandin ku ew civîn hatiye paşxistin.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî ragihand ku sedema paşxistina civînê kontrol û testên koronayê bûye ku ji ber dê testên desteya serokatî, parlamenteran û karmendên parlamentoyê bên kirin.

Qehwecî diyar kir, piştî pêketina karmendekî parlamentoyê bi vîrusa koronayê, biryar hat dayîn test bo hemû parlamenter û karmendan bên kirin û got: “Piştî zelalbûn û derkeftina encaman biryar dê li ser civînên parlamentoyê jî bê dayîn.”

Parve bike: