Civîna PDK û Komelê ya li Hewlêrê: Ji bo parastina Kurdistanê em li ser maseyê ne
PeyamaKurd - Şandeyên astbilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Komela Dadgeriya Kurdistanê (Komel) li paytext Hewlêrê civiyan daku rewşa siyasî ya herêmê û peywendiyên dualî gotûbêj bikin. Di konferansa rojnamevaniyê de, Berpirsê Desteya Kargîrî ya Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî destnîşan kir ku tevî cudahiyên wan ên ramyarî hebin jî, paşeroj û pêşeroja wan yek e û ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê hatine cem hev. Mîranî hişyariyeke neteweyî da û ragihand: “Erkê me yê niştimanî ew e ku em rê nedin dijminên me fersendê ji lawaziya me wergirin; ji ber ku hêza wan ji neyekbûna me tê.”
Bi dawîkirina sarbûna siyasî û helwesta li ser parlamenê
Li aliyê din, Endamê Mekteba Siyasî ya Komelê Ebdulsettar Mecîd kêfxweşîya xwe li ser vê hevdîtinê anî ziman û bi eşkere qebûl kir ku demek bû sarbûnek ketibû navbera her du aliyan, lewma armanca vê rûniştina îro germkirin û rastkirina van pêwendiyan e. Mecîd bal kişand ser krîza Herêma Kurdistanê û Îraqê û tekez kir ku ev qonaxa hesas hevahengiyeke xurt dixwaze. Her çend ku Komelê heta niha piştgrî di parlamenê de nekiribe jî, Mecîd aşkere kir ku ew piştgiriya parlamenê û hikûmeteke çalak û bikêrhatî dikin daku bikaribin qanûnan derxin û saziyan bi awayekî yasayî kontrol bikin.